Şerefdîn Gimgimî: Rewşa Siyasî li Rojhilata Navîn

Serhed Name: Bendê milletê ku di Rojhilata Navîn da dijîn, di destê hîz û tolazanda ne. Temamê şerê ku bi navê DAIŞê tê kiri li gora daxwaz, pîlan û berjewendiyê Emerîka bi rêva diçe.

Dewletên Rojava bi serpereştiya Emerîka, naxwazin ku li Rojhilata Navîn aramî û aştî çêbibe û aştî û aramî ne di fayda wan de ye.

Gelekî sedem hene, ku çima Emerika nahêle û naxwaze aştî were heremê.

1-Di serî da, ewlehiya Îsraîl tê. Gava dewleta Îsraîl di ewlehiyê da be, berjewendiyên Emerîka jî di ewlehiyê da ye.

2- Ji bona vê yekê, di pîlan û pirojeyên Emerîka da, heye, ku divê li heremê nifûsa dewletan ji 10 milyonan derbaz nebe. Heya ji destê wan tê, dixwazin ku xelkê heremê berdin hev ku ji hev ra bibin dujmin û ew jî karibin wan sewq û îdare bikin.

3- Emerîka naxwaze û heye ji destê wî were nahêle ku serok û serwerên Rojhilata Navîn li hemberî pîlan û berjewendiyî wî derkevin. Kesê derkeve jî, wî bi hevalê wî dide terbiye kirin ku her kes muhtacê wî bibe.

4- Teslîmkirina Kerkûkê ji bona Heşdê Ş´ebî bê agahiyên Emerîka çênebûye. Lewar ji bona Emerîka, gava Kerkûk di destê Heşdê Ş`ebî da be çêtir e ku di destê Berzanî da be. Çikû di rojên pêş da Heşdê Ş`ebî jî weke DAIŞê bi kêrî pîlan û projeyên Emerîka tê.

5- Emerîka piştî ku li Sûriyê pîlan û pirojeyên xwe bi navê şerê li dijî DAIŞê bicîh kir, vêca li hin sedemêm din digere kû şerekî nû li heremê bide destpêkirin. Sedemê herî maqûl ji bona Rojava û Emerîka pirsa terorêye. Heşdê Ş`ebî rêxistinekî terorîst îlan dikin û ji bona jinavrakirina wê şer didin destpêkirin.

6- Emerîka li heremê li hin rêxistin û saziyên siyasî û sivîl digere ku xwe ji bona berjewendiyên wan feda bikin û li ser navê wan ji wan ra kar bikin. Ev şablona li jor ji mîzac û terkîba Berzanî dere û Berzanî naxwaze ku milletê Kurd ji bona hesabê xelkê bide kuştin.

7- Ji bona cîh bicîhkirina van pirojeyên Emerîka, tenê PKK/PYD amade ne. YNK, GORAN û PKK bi her awayî nêzîkê hev in û mehra wan li hev tên birîn. Hersî jî dujminên Berzanî ne û bi kêrî projeyên Emerîka tên.

Înşallah wek min nivîsandiye dernakeve û milletê kurd nakeve bin vî nîrê giran.

Şerefdîn Gimgimî 2017-10-17

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest