Emerîka bi ketina bajarê Kerkukê sê gol avêt.

Serhed Name: Golekî avêt Berzanî, yek avêt Bexdayê û gola herî mezin û giran avêt Erdoxan û AKPê.

Eger rewşa Kerkûkê wiha berdewam bibe, yê ku herî zêde ji vê rewşê zerarê dibîne Tirkiye û bi teyîbetî Erdoxan e.
Bi ketine bajarê Reqayê merhela yekemîn ya bi navê şerê li dijî DAIŞê bi dawî dibe.

Haya niha yên ku di şerê li hemberê DAIŞê da qezenc kiriye, tenê Amerîka ye.

Her çiqas PKK/ PYD li ser navê Emerîka tevdigere û xelkê kurd ji bona armancên Emerîka didin kuştin jî, lê hê aqûbeta PKK/YPGê ya piştî normalîzebûna Suriyê ne diyar e.

Piştî nemana DAIŞê wê merheleyekî nû li Rojhilata Navîn dest pêbike.

Ew jî şerê Kerkûkê ye.

Îran, Tirkiye, Îraqê bi piştgiriya Emerîka şerekî bêrewa li hemberî mafê gelê Kurd dan dest pêkirin.
Gava Kerkûk di destê Îraqê û Heşdê Ş´ebî da bimîne, tenê Emerîka ji vêya fayde dibîne û wê gav bi gav pîlanên xwe bi cîh bike.

***************

Gola YEKEMÎN avêt Berzanî. Amerîka xwest bi ketina bajarê Kerkûkê, Mesûd Berzanî û PDKê di çevên milletê Kurd da bê qîmet bike û kesekî baweriyê bi gotin û tevgerên Berzanî neynin.

Gava Berzanî bikeve, rê li hemberê partiyên çepgir yên mîna YNKê, GORAN û PKKê vedibe.

Gola DUYEMÎN avêt Bexdayê. Ji bona ku temamê petrola Kerkûk û dor û berê wê bike bin kontirola xwe, wê rê li ber wehşeta Haşdê Ş´ebî û Hîzbullahê veke. Piştî ku xelkê kurd jê kiryarên hovane bêzar bûn, wê wek hewariyê demokrasiyê halanan bide xwe û Heşdê Ş´ebî terorîst îlan bike û ji bona ji navrakirina wê dest bi şerekî nû bike.

Emerîka tişta ku li Surîyê kirye wê bixwaze heman pîlanê li Îraqê jî birêva bibe. Wê hêzeka nû wek HSDê ji mentalîta PKK, GORAN û SORAN ava bike û bixwaze bi wan êrişî ser Heşdê Ş´ebî bike û wekî li Musil, Helebê û Reqayê anî wê kevir li ser kevir nehêle û tevaya bajarê Kerkûkê kavil û wêran bike paşê teslîmê zihniyeta PKKê û GORAN bike.

 

Gola SÊYEMÎN; Avêt Erdoxan.

Milletê kurd ji sedî sed dizanin ku rola Erdoxan û hikûmeta AKPê di dagirkirina Kerkûkê da mezin e. Kurdên ray didin AKPê hema bigire ji sedî %90 terefdarên Berzanî ne an jî jê hez dikin.

.
Miletê Kurd ray dan Erdoxan, lê ew li dijî milletê kurd bi şêweyên Perînçek û Baxçelî diaxife.
Wê ev helwesta Erdoxan ya li hemberê milletê Kurd, bondorek mezin li hilbijartinên 2019an bike.

Emerîka xwest bi destê Fetullah Gulen Erdoxan ji îxtidarê da bixwe, lê bi ser neket. Wusa dixwiye ku Emerîka vê carê bendê Erdoxan baş şidandiye.

Emerîka dizane ku miletê Kurd Erdoxan li hespê suwar kiriye û ew tenê dikre Erdoxan ji hespê pêya bike.
Di vî şerê ser Kerkûkê da digel Berzanî wê Turkiye û bi tayîbet Erdoxan wenda bike.

Niha dengê Erdoxan pir gur û berz derdikeve, lê piştî hilbijartinên 2019an wê Erdoxan nikaribe dengê xwe bilind bike.

Bi ya min eva pîlan û daxwazên eniya şer e.

Lê pîlanên Xwedê çî ne û wê çi bibe ew tenê Xwedê dizane

Şerefdîn Gimgimî 2017-10-21

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest