Behçet Ateş: Em wekî gel tev bihev re sûçdar in

 Em wekî gelê kurd tev bi hevre sûçdarin, vîna me tevan ji hêzêde ketiye û nikarin biryarekî bi vîna azad ji bo doza nijada netewa gelê xwe bidin.
Lewra em wekî gel ji bo ku debara jiyan a xwe û pêşeroja zarokên xwe di ewlekariyê de bikin binê qontrola xwe, destên me ne ji zarokên me dibin û nejî ji derdestiya dagirkerdên welatê me dibin.
Em di hêlekîde bi destên zarokên xwe digrin û berê wan didin ji bo ku herin xweyî li doza gel û welatê me derkevin dişînin ber bendê mirinê.
Û di hêlekî dindejî di hêstên baweriya gelê mede bi doza hebûna nijada netewa gel û welatê mede kamil nîne û ji berwiye du dilî dijîn.
Lewra ji ber sedemên jiyanê li herçar heremên Kurdistan’ê de, gelê kurd him di nava saziyên dewletê de cîh girtine û bi girêdey doza wan saziyan de kar û xebatan dikin û lewra bi girêdey wan saziyan dijîn. Û aliyek dilê gelê me bi girêdey xizmeta sîstema rêveberiya dagirkerdan va girêdey maye û aliyek dinjî çavên gelê me li hêz û doza wîve girêdey dijîn.
Bê guman divî rewşeke ewhade destên dagirkerdan jî,zilan li rûyê xwezayê berhev nakin. Lewra hostatiya rêveberiya dewletên dagirkerdan pirsa gelê heremên Kurdistan’ê tim û daîm bi wekî ne razîbûyîna ji bo sîstemê di qada navnetewîde daye agahdarî kirinê û ji bo berjewendî yên dewleta xwe bikar hanîne û jê sûd wer girtinin.
Lewra tevahî dewletên dagirkerdan tu wextê firsenda pirsa gelê kurd wekî pirsgirêk a netewî û nijada nasnama wî bi dewletên navnetewî nedaye nasîn. Pir mexabin hêzên ku xwe rêveberiya gelê kurd divînin jî, ji astarên birdozan xelas nekirine û tim dibinê tesîra birdozan de pelçiqînin. Rewşembir û hunermend tev bihevre bi qasê hev gunehkarin, lewra hunerên tevan du alînin. Pênûsa rewşembîran bi qasê avnûska pênûsên wan dinivisînin, ji berkû bê vîna wan pênûs bi du xetava tête bikarhanîn.
Dilê rewşembîran bi jana gelê wanre nefesê digre û berdide, lê mêjiyên wan bi karê aboriya wanve kilît a dîlketinê va kilit bûye û nikarin vîna xwe a azad bikar bînin. Hunermend dema derdikevin ser dîkê xwe li rûyê esman de divînin û di orta fikrên di serên wan de ewrên terikî dibe wekî perde dikeve orta wan û gelde.
Ger ew gelên ku gohdarê sitranan û hunerên hunermendan dikin, li holê û bi zindî tunebin tu weteyek ne ji huner û nejî ji sitranan re namîne. Lewra koka xwezaya berhev kirina hunerên hunermendan kaniya tevahiyan girêdey bi gelde ye. Hunermend hunerên xwe bi du rolên bikar tînin.
Rolê yekemîn ji bo hunerên xwe popîlîst bikin û bi xeta çapemeniyê deng û hunerên xwe bi gel bide naskirin û hunermend ji hunerên xwe sûd werdigrin. Rolê duyemîn ji bo jiyaneke bê astengî bijîn û ji tevahî xweşiyên jiyanê sûd werbigrin dikevin her qilifan.
<<<<<Berdewame>>>>>>>>> Behçet Ateş: 22-11-2017

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest