RÊPİRSÎNA MELA YÊN MEDRESA ÊN KURDİSTANÊ

 Di tevahî çavkaniyên dîroka nijad û netewî a gelê Kurdistan’ê de ciyên Mela ên medreseyan di Kurdistan’ê de pir bi bandor ciyên xwe girtinin.
Lewra derê hînbûyîna îlm ê îslamî û her weha çanda şeklê jiyanê kilît di destên Mela ên medreseyan de bûnin. Bê guman heta bandora medreseyan li Kurdistan’ê de îxtidarbûne, ji bo rêveberiya civaka gelê Kurdistan’ê re pir xizmet û bi feyde bûnin û ji bo her pirsgirêkan re bi qasê ku derfetên wan hebûnin île lebet çareseriyên konkiret jî berhev kirinin.
Lewra civaka gelê Kurdistan’ê bi girsehî ji perwerdeyan dûr û bi tu sîstemên ku civak bi awayek modern û jiyaneke sosyal derfetên hînbûyîna îlm tune jiyan a xwe dom kirinin. Hemd ji bo Xwedê cc be ku, Mela û seyda ên medreseyên me, bi zimanê zikmakî û nasnîna nirxên qewmiyeta netewî va, her wextê pir hêşar bûnin û heta bi hemdên wan de bûnin seyîda feqiyan jî bi zimanê zikmakî ango bi kurdî ders wan danin.
Li gora derfetên heremên Kurdistan’ê bi qasê ku di qûweta Mela ên medreseyan, xizmetên xwe de kêmasî nekirinin. Bes ger hebûbin kêmasî ên wanjî ji bela bê derfetiyan de bûnin. Lewra di tu heremekî Kurdistan’ê de xaniyên( arşîv) komkirina belgeyên tomarkirî tunebûnin.
Dixwazim bala we tevahî civaka gelên Kurdistan’ê hemiyan bikşînim ser mijareke pir girîng. Taybetî hun Mela û seyda ên medreseyan pir baş dizanin ku her çendî ku gel li vî gerdûnî yê ketibin tengasî an û anjî ketibin rêyek bê derketin a ji xusranê û ji rêya selametî yê dûr ketîbûbin, Xweda cc ji bo wan gelan û qewmiyan re Resûl û rê rêzik hunartiye, gel bi xeta wî û wan rêzikan va xwe ji gerdûnî ya terî xelas kirine û bi rêya selametî yê re (îslam’ê) azad bûnin.
Pir bi zelalî diyare ku, Gelê kurd bi sedsalane bi fikrên rêzikên birdozên ku ne bi girêdey çanda baweriya dînê herema wan ve hatine girêdanê û lewra tim di xusranê de manin, cûr be cûr ji bela wan fikrên beyaniyan ji îxanet a nevxweyî jî xelas nebûnin. Bê bextewarî a herî mezin jî yek ewe ku dawletên her çar heremên Kurdistan’ê dagirkerd kirine bi pirahî ya wan dewletan heman baweriya gelê kurd bawerin.
Lê pir mexabin dewletan tim bi darên baweriyê zarok û rêberên gelê kurd dikujin, gelê kurd ji xaka welatê wî koçber didine kirinê û anjî her kesên ku behna welatparêziyê jê were derdest dikin û davêjin zîndanan bê deng dihêlin. Bila bala we tevan bikşînin ku her rêxistinên bûne hêz û qûwet ji bo pirsgirêk a gelê kurd, bi pirahî a wan bi fikr û birdozên ji bawerî û çanda gelê kurd re dûrin bûnin pêşeng û rêveber, dewletan jî tim bi darên baweriyê van rêxistinan têkbirinin.
Lewra hûn wekî Mela û seyda ên medreseyan ji baweriya vî gelê re tim bûnin pêşengî û rêveberên rêya baweriyê hatine nasîn. Lazime ku hûn jivî gelê mezlûm û bê parastin rê bibin pêşengî, ji bela rêzikên di xusranê de ne xelas bikin, bê guman ne rihete, barekî pir bi zor û zehmete, bes lazime ji bîra nebe ku jiyan a vî gerdûnî yê bi girêdey ezmûnê ye, lazime di jiyan a ezmûnî de bi serê mirovan de çi bûyer biqewime xalek ji xalên jiyan a ezmûnê ye were hesibandin.
Lewra li gora terîfa jiyan a vî gerdûnî yê Xweda cc bi zelalî di pir ayetan de behsa jiyan a ezmûnî kiriye. Û her weha qewmên ku xwe li gora şeklê jiyan a ku Xweda cc hunartiye ne guherîne ewê tim bi ser wande xezeb bibare û ji nisûbetan, afatan xelas nebin. Lewra xizmeta ji bo vî gelê her wekî xizmeta ji bo Xweda cc re be, ji ber ku gelên cîhanê û tevahî mirovahî û hebûnan afirderê tevhevan Xweda cc le. Silav a Xwedê liwe tevan be.
Behçet Ateş: 01-12-2017

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest