PÎVAN A MÊJÎ SEKSA Bİ ZAROKAN RE

Mirovahî di vî gerdûnî yê de ji bo ku rihet û bê nexweşiyên astengî li bal hev bijîn « Xweda cc » qanûnname ji bo rêvebertiya civakan ji rêberan re ango ji bo ku Resûl rêvebertiya civakan rêde bibin hunartiye.
Taerîfa qanûnnamê mirov dikare bi pir rengan taerif bike, ji wan rengan yek taerîf a bawerî yê ye û bawerî jî qanûnnama şeklê jiyanê ye, li gora pîvanên Qur’an ê terîfa baweriyê gele bi aqil ango bi mêjî were kirinê û bikar anînê. Lewra Qur’an qanûnameya şeklê jiyan a mirovahî terîfa wî bi pîvan a aqil ango bi mêjî tête terîf kirinê.
Di jiyan a mirovan de her çiqasa pirsgirêk hebinjî bes tu pirsgirêk bê çareserî nîne, çareserî ên pirsgirêkan jî bi zagonên zanîn a mêjî çareser dibin. Lewra « Xweda cc » pîvan a fikirandinê di mêjî de zagonên fikirandin û berhev kirinê daye mirovan.
Wekî mînak mirov dema li xwezay dinirxîne, di xweza de berhev ên xweza heye, av ji bo ax di xwe de xweza be hewceye, anjî ax ji bo mirovahî di vî gerdûnî ê de bikaribin bijîn û jiyan a xwe bikin, tevahî enerjiya bedenê û a jiyanê ji axê tête girtinê. Lewra ax bê avê najî û mirovahî jî bê hewa û berhevên ku ji av û axê çêdibin nebe nikarin bijîn.
Li gora sirûşta gerdûnî li ser axê di xwe de xweza çêbibe, hewcetî bi îklîma demsalê heye, yanê mirov dema genim tovê wî direşîne li ser axê ji bo hêşinbe, gele wext bihar be û anjî ji bo ku genimê daen û birxur çêbe gele genimê kose were berhev kirin û ganimê kosejî di dawiya payîza paşînde tovê wî tête reşandin ji bo bigîhîje û were berhev kirinê. Taerîfeke dinjî di xweza de tevahî pel û pincar û tevahî gîha, dar û daristan tev di dema wext dibe bihar ji nûve berhev dibin û ango hêşin dibin.
Çawa ax bi avê di xweza ya xwe de berhev dibe, ango mirovahî jî bi hevre bi cinsiyetên femînîn û maskûlîn bi jiyîn a bi hevre ji hev berhev dibin. « Xweda cc » afirandin a mirovan bi berhev afirandiye û ciyê berhev a mirovan di bedena jinê de ji bo dergûş çêbe rihîm daye çêkirin.
Lewra hîmên jiyan ê bi pîvanên mêjî şeklê jiyanê bi zagonên aqil hatiye kefşkirinê. Sedem a ku min mijar a av û axê û mirovahî wekî mînakên berhevbûn nîşanda ji bo pirsgirêk a bedena zarokan û kamil bûyîn ango gihîştina bedenê ji bo fêkiyên cinsîyet a seksa mirovan.
Dixwazim bala we bikşînim ser mijara pîvan a mêjî û zarokên keçên temenê wan hîna nebûnin 10 û 15 salî çawa mirov dikarê bi wan zarokan re bizewice. Li gora terîfa civaka bisilmanan zewaca bi zarokan re di temenê zaroktiyê de destûr a zewacê danin û wekî mînakjî ji jiyan û zewaca Hz Muhammed asw » bi keça Ebûbekir ê sidîq xelîfe ê civaka bisilmanan ê yekemîn Eyşe re di temenê wî ê 9 salî bûye nîşan didin.
Bi dîtin û li gorê aqilê min ne mimkûne ku mirov bikaribe bi keçekî 9 û 15 salîre bi zewice. Lewra mirov gele bi zanistî livî mijarê binirxîne. Seksa jin û mêran bi hevre pîvan a seksê geleke beden û daxwezî a bedenê bi seksê hebe çêdibin. Ger beden û daxwezî, mêjî ji bo seksê di heman pîvanê de amade nebin ne mimkûne ku mirov bikaribe di nehsalî de zewacê çêkin.
Ji berku em tev bi zarokin û keçên me tevan henin, keça mirovan a nehsalî hîna zaroke û bedena zarokekî nehsalî ji bo têkiliya seksê kamil nîne. Meji û vîna mirovan ji bo zarokek nehsalî tu wextê qebûl nake û bi raya min qet bi careke qebûl nekiriye. Mijar a zewaca Hz Muhammed asw » jî bi Eyşê re di temenê wî de xeletiyek mezin heye.
Lazime pispor mijara seksa bi zarokan re pîvan bedena wî bi aqilê selîm û zagonên mêjî ên zanistî di labaratowara mêjîde derbas bikin û wekî zagonên qanûnname terîfa wî wekî pîvan bikar bînin. Bi dîtin a min ger mijara seksa bi zarokan re heta pîvan a beden û salên wî diyar nebe, tu wextê dawî li heqaret a li hev û bawerî a bisilmanan nayê bi dawî kirin. Ji ber wî pir hewceye va mijara seksa bi zarokan re geleke pîvan a wî zelal be.
Behçet Ateş: 05-01-2017

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest