Çewa kirasê muqedesbûnê li zulm û zordariyê hatiye kirin?

Serhed Name: Cirkî dunya avabûye heya roja îro, kêm caran kes û komên bi edalet bûna hakim û desthilatdarî ketiye destê wan.

Ji bilî dewra Pêxemberan û demekî kurt piştî wan, her tim kesên desthilatdar li ser rêç û şopa Qabîl çûne û kesên mezlûm jî wekî Habîl ji bona heq û ´edaletê micadele kirine, qurbanî dane.
Hê jî ew rewş nehatiye guhertin û wisa xwiya ye, wê heya roja Qiyametê ev ba û bahoza zulmê dewam bike.

Dema em li dîrokê dinihêrin, dîn, mezheb û meşrebên kesên bûne desthilatdar çi dibe bila bibe, rewş kêm zêde wiha bûye.

Gava em li dîroka dewletên Rojava yên xaçparêz binêrin, ji bilî qetlîam, xwîn û talanê tiştekî din naxwiye. Lê em ê li ser kar û kirinên dewletên Rojava nesekinin, ji ber ku di fikr û hizrên wan da, ciyê mirovatiyê tune; ku xizmeta mirovatiyê bikin.

Rewşa kesên dibêjin; em mislimanin zêde ji ya welatên Rojava baştir naxwiye. Ji mislimanin kîjan mezheb û meşreb bûne desthilatdar, bê hed û bê hîsanb li kes û komên mixalifên xwe zulm û zordarî kirine. Meriv dikare bibêje; bi carekî hebûna mixalefetê xiyanet qebûl kirine û kesên li dijî neheqî, zulm û berjewendiyên wan ên neheq derketine, xayîn îlan kirine û ji bona wan ji meydanê rakin, hemû cureyên nemirovî bikar anîne û hê jî bikartînin.

Gava meriv behsa mislimanan dike, heq û hiqûqa Îslamê tê bîra meriva û her kes û komên bi navê Îslamê xiber didin, tevdigerin û xwe wekî temsîlkarê mislimanên û peyrevê hiqûqa Îslamê nîşan didin dibîjin; gava Îslam bibe desthilatdar, wê bibe weke melhem û birînên mislimanan sax bike û arîşe û pirsgirêkên heyî çaereser bike.

Lê gava tên ser text û desthilatdarî bi temamî dikeve destê wan, ji yên pêşiya xwe zalimtir dibin û tu m´eneykî ji heq û hiqûqan ra namîne.

Vêca divê em li sebebê vê yekê bigerin, ku çima gava kesên qaşo dibêjin; em misliman dibin îxtidar, ji kes û komên ne misliman û xaçparêzên Rojava zêdetir li mislimanên ku weka wan nafikirin zulmê dikin?

Dîsa em ê vegerin malika pêşîn ya vê nivîsê. Ji dewra Qabîl û Habîl da, heya roja îro hin kes û komên mislimanan, micadela heq û ´edaletê kirine û niha jî dikin û hin kes û kom jî li ser navê dînê Îslamê berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî û destlihadariya xwe muqedes kirine, kirasekî dînî li hemû kar û kirinên xwe yê ne meşr´û kirine û li ser navê Îslamê li dijî heq û ´edaletê bi hemû hêza xwe zulm û zordariyê dikin.

Lewra ”heq” yek ji navê Xwedê ye. Yê ku çarçova heq û heqîqetê kifş kiriye Xwedê ye û Xwedê rê nedaye ´ebdekî xwe ku çarçova ”heq” kifş bike. Çi heq e û çi jî heq nîne, karekî xas yê Xwedê ye. Ji bona mirov rêz û hermetê ji heqê ku Xwedê kifş kiriye ra bigire, yasa; kitêb ji Pêxemberan ra şandiye û bi kitakitî-bi tefsîlat behsa heq û hiqûqa wê kiriye.

Ev yek bi me dide zanîn, ku kesên dibêjin; em misliman in, gava li gora ku Xwedê xwestiye û çarçova heq û heqîqetê kifş kiriye tevbigerin, wê çaxê heqê kesî neyê bin pêkirin û ewqasa zulm û zordarî li kesên mixalifên îxtidarêne neyê kirin.

Gava kesên desthilatdar, xwedî hêz û qewet, çarçova heq û ´edaletê kifş bikin, wê wekî roja îro li gora fêde û berjewendiyên xwe kifş bikin. Her tişta ku di berjewendiyên wan da bin, heq e û hemû tiştên ne di fêde û berjewendiyên wan de bin neheq e û ji bona wê ji meydanê rake hemû cûreyên ne mirovî bikar tînin.

Ji divêla ew bi tevî hemû berjewendiyên xwe teslîmê heqê ku Xwedê kifş kiriye bibin, heq û ´edalet teslîmê berjewendiyên xwe kirine û li gor wê jî naveroka wê guhertine.

Di ciyê ku heq û ´dalet muqedes bin, desthilatdarî û berjewendiyên wan ji her tiştî pêşdatir û muqedestir e.

Ji sîstemeke wah heq û ´edalet dernakve, wek roja îro zulm û zordarî derdikeve.

Şerefdîn Gimgimî 2018-03-01

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest