Pîvanên ku munafiqan kifş dike..

Ronaya tavê çewa roj û şevê ji hev diqetîne, pîvanên Îslamê jî wisa kesê mumin û munafiq ji hev diqetîne. Em ê xala dawî ji mijara nîfaq û kesê munafiq bi sê ayetên pîroz bi dawî bînin. Ev hersî ayetên li jêr, pîvanên eşkere ne û kes û komên li dijî hukmê van ayetên pîroz derkevin, ne mumin in.

Ayeta Yekemîn:

Xwedê di sûreyê Nîsa di ayeta 60 da wiha behsa kesên munfiq dike:

أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِينَ يَزْعُمُونَ أَنَّهُمْ آمَنُوا بِمَا أُنْزِلَ إِلَيْكَ وَمَا أُنْزِلَ مِنْ قَبْلِكَ يُرِيدُونَ أَنْ يَتَحَاكَمُوا إِلَى الطَّاغُوتِ وَقَدْ أُمِرُوا أَنْ يَكْفُرُوا بِهِ وَيُرِيدُ الشَّيْطَانُ أَنْ يُضِلَّهُمْ ضَلَالًا بَعِيدًا

Erê ma tu nabînî ew ên qaşo dibêjin; wan bi ya ku ji ta ra daketiye û bi ya (ji Pêxemberên) beriya te ra daketiye îman anîne, digel ku ferman li wan hatiye kirin ku taxût înkar bikin jî, lê dixwazin li ber hukmê taxût mehkeme bibin? Şeytan dixwaze bi rêya ji heqiyê dûr wan bibe delaletê- anjî şeytan dixwaze bi rêyên şaş, rêya heqiyê li ber wan wenda bike.

Ev ayeta pîroz pîvana kesên musluman e; ku divê hukmên qanûnên beşerî-taxût; yên li li dijî fermanên Xwedê ne înkar bikin û tenê ser xwe li ber fermanên ku ji Pêxember (e.s) ra daketiye bitewînin.

Di temamên tefsîran da, sedemê daketina vê ayetê wiha radigihînin. Kesekî munafiq ku bi devê xwe dibêje; ez musluman im lê îman ji gewriya wî daneketiye dilê wî bi yekê cihû ra li ser mijarekî li hev nakin. Îja yê cihû dibeje; em biçin ba Muhemmed Pêxember bila ew dinavbera me da hukum bike. Lewar yê cihû dizane ku Pêxember bertîlan nagire û bi ´edaletî hukum dike. Lê yê munafiq dibêje; na em biçin ba K´eb bîn Eşref, anjî ba kesekî kahin bila ew di navbera me da hukum bike. Li ser vê devjeniya wan, ev ayeta pîroz daketiye.

Taxût: Hukmê wan nîzam û sîstemên ku; mixalifê hukmê Quranê û sunneta pêxember e. Ew kes û komên dibêjin; em musluman in, ew serok û serwerên ku dibêjin; em rêberê muslumana ne, divê ji bilî qanûna Xwedê û rêya ku Muhmmed pêxember jiyaye, li pêy tu hukmê sîstemeke din neçin, pê bawer nebin û bi wan hukum nekin.

Serok û serwerên li pey hukmê Xwedê û rêya Pêxember neçin, ew ne serokê kesên mumin in û divê kesê musluman destegê nedin wan, li pey wan naçin û bi gotinên wan nekin.

Her wiha kesên dibêjin em musluman in û degel wê jî naxawazin hukmê Xwedê û Pêxemberên Wî bibînin û ji berdêla hukmê wan da li pey hukmên mixalifê wan biçin, ew kesên munafiq in.

Ayeta duyemîn

Xwedê di berdewamiya ayeta jor di sûreyê Nîsa di ayeta 61 da wiha behsa kesên munafiq dike:

وَإِذَا قِيلَ لَهُمْ تَعَالَوْا إِلَىٰ مَا أَنْزَلَ اللَّهُ وَإِلَى الرَّسُولِ رَأَيْتَ الْمُنَافِقِينَ يَصُدُّونَ عَنْكَ صُدُودًا

Dema ji wan ra tê gotin: Werin bal ya ku Xwedê daxistiye (werin bal hukmê Quranê) û werin bal (sunneta) Pêxember, tu dibînî ew munafiqan, heya dikarin berê xwe ji te diguherînin û ji te dûr dikevin.

Her çiqasî ayetên li jor hatin dayîn vekirî kes û komên munafiq bi me dide zanîn jî, lê ev ayeta ha û ya ku wê li jêr were dayîn, çarçovekî bi sînorkirî nîşanê me dide û kesên ji çarçova ku van ayetana kifşkiriye derkeve, munafiqê xalis e.

Di roja îro da, meriv rastî gelekî mirovan tên, binav dibêjin; em musluman in û heta hin caran ji bona rîa-çevdîtina xelkê be jî hin ferzên Xwedê bi cîh tînin, lê gava ji wan ra tê gotin: Ka werin bi gotina Xwedê û Pêxemberê Wî bikin û bila gotinên wan di navbera me da hukum bike, tu dibînî ku dikin minê minê û ji hezar newalê avê tînin û dibêjin; em bi sîstemeke laîk û jiyaneke sekuler bawerin û divê dîn û siyaset tevlihev neyên kirin.

Hal ew e; ku siyaset hunera rêveberiya kar û barê dunê yê di warê îdarî, aborî û civaki da ye. Îja hîmê vê siyasetê ya li gora hewesiya dil û berjewendiya hin mirovan tê avêtin û bi hukmekî beşerî dewlet tê îdarekerin wekî laîksizm îro, anjî bi siyaseta ku di hîmê wê da hukmê Xwedê û yê Pêxember Wî heye dewlet tê îdare kirin.

Ev hevoka han ji bona kesê mumin derbaz dibe; ew jî: Temamên Pêxemberan li gora hukmê dînê Xwedê millet birêve birine. Ji vê ya ra tê gotin; siyaseta ku hukmê xwe ji gotina Xwedê û ya Pêxember girtiye. Îja heya ji kesê mumin were, divê dev ji hukmê Xwedê bernede û nede pey hukmên beşerî.

Ayeta sêyemîn

Xwedê di sûreyê Nîsa diayeta 65 da wiha behsa rastiya kesê mumin dike:

فَلَا وَرَبِّكَ لَا يُؤْمِنُونَ حَتَّىٰ يُحَكِّمُوكَ فِيمَا شَجَرَ بَيْنَهُمْ ثُمَّ لَا يَجِدُوا فِي أَنْفُسِهِمْ حَرَجًا مِمَّا قَضَيْتَ وَيُسَلِّمُوا تَسْلِيمًا

Naxêr; Ez bi Rebbê te bikim, heya ew di îxtilafên di navbera wan da rûdane te nekin hekem û paşê jî ji hukmê ku te daye di nefsa xwe da tu tengasiyek nebînin û bi temamî teslim nebin, wan îman neaniye.

Ev ayet û ya ku li jor derbaz bû, kesê munafiq û mumin wekî reş û sipî ji hev diqetînin û pêwîstiyê bi tu şîrovê jî nahêle. Kesê mumin ew kes e; ku di her mijarî da, bi dev û dilê xwe bi hukmê ku Pêxember (e.s) daye razî ne û di dilê xwe da tu şik û gumenan ji hukm û ehkamên dînê Îslamê nakin. Kesên munafiq jî ji sedî sed, vacûyê kesên mumin bawer dikin û derabrê hemû hukmên ku Pêxember daye di şik û gumanan da ne, loma berê xwe jê diguherînin û ji Pêxember dûr dikevin

Pêxember (e.s) ne ji ber xwe da hukum kiriye, belkû li gora hukmê Quranê di navbera mirovan da hukum kiriy. Belê niha Pêxember (e.s) wefat kiriye di navbera me da najî, lêbelê kitêba ku pê hukum kiriye çewa jê ra daketiye wisa li ba me ye û ew jî Qurana pîroz e.

Feyzullah Yalîn 2020-07-08

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest