Dînê Îslamê çî ye? F. Yalçîn

Gotina Îslamê  di m´ena xwe ya ferhengî da; tê m´ena teslîmbûn; yanê bêqeyd û şert teslîmê fermanên Xwedê dibe û emrên wî pêk tîne û xwe ji heramên wî jî dûr dixe.

Lê di m´ena xwe ya îstilahî da, ji dînê dawî yê ku ji Muhemmedê kurê `Ebdullah ra daketiye silavên Xwedê lêbe; ew jî dînê îslamê ye. Îja kesê ku bi dînê Îslamê bwerîyê bîne û jiyana xwe li gora fermanên dînê Îslamê tenzîm û tikuz bike ra musluman tê gotin. Musluman; yanê teslîm bûne, teslîmî dînê heq yê rast û durust yê Xwedê bûne.

Li ser vê mijarê Xwedê Te´ala di sûreyê Beqere di ayeta 112 da wiha ferman dike:

بَلَىٰ مَنْ أَسْلَمَ وَجْهَهُ لِلَّهِ وَهُوَ مُحْسِنٌ فَلَهُ أَجْرُهُ عِنْدَ رَبِّهِ وَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ

Naxêr, kî berê xwe bide xwedê-anjî kî teslîmê Xwedê bibe û qencîkar be, xêr-xelata wî li cem Rebbê wî ye û ne tirs li ser wan heye û ne jî ew xemgîn dibin.

Di sûreyê Beqere di ayeta 131 da wiha ferman dike:

إِذْ قَالَ لَهُ رَبُّهُ أَسْلِمْ ۖ قَالَ أَسْلَمْتُ لِرَبِّ الْعَالَمِينَ 

Dema Rebbê wî jê ra got: Teslîm bibe, wî (Îbrahîm) got: Ez teslîmê Rebbê aleman bûme.

Meriv ji van ayetên pîroz serweqet dibe; Îslamê tê m´ena telîmbûna fermanên Xwedê û bê qeyd û şert serê xwe jê ra bi tewîne û jiyana xwe li gora fermanên Xwedê tenzîm û tikûz bike.

Dîn çî ye?

Ji emr û fermanên Xwedê Te´ala yên, ku ji bona bextewariya mirovan di dunê û axretê da, bi rêya wehyê bi wasita Cebraîl ji Pêxemberan ra hatiye şandin ra ”dîn” tê gotin.

Dîn, di navbera mirov û Xwedê Te´ala da, wasite ye. Dîn, cewherê têkiliyên di navbera mirov û Xweda da kifş dike û mirov tenê dikare bi rêya dîn, Xwedayê xwe nas bike, emr û fermanên Xwedayê xwe dizane û bi cîh tîne. Dîn, mexseda mirovatiyê, bi mirovan dide zanîn.

Li ser vê mijarê Xwedê Te´ala di sûreyê Hedîdî di ayeta 25 da wiha ferman dike:

لَقَدْ أَرْسَلْنَا رُسُلَنَا بِالْبَيِّنَاتِ وَأَنْزَلْنَا مَعَهُمُ الْكِتَابَ وَالْمِيزَانَ لِيَقُومَ النَّاسُ بِالْقِسْطِ 

Bêguman me Resûlê xwe bi delîl-mucîzên vekirî şandin û me digel wan kitêb û mîzan jî şand, da ku mirov ´edaletê li ser pêya bihêlin-an jî bi ´edaletê hukum bikin.

Ji vê ayetê em serwext dibin, ku yek ji mijara bingehî yê dînê ku Xwedê şandîye w e; dîn ji bona xizmeta mirovatiyê hatiye şandin. Dîn têkilyê navbera mirov, Xwedê û resûlê wî kifş dike. Her wiha sînorekî meşr´û li ser esasê heq û ´edaltê yê têkilyên navbere çîniyên civakê bi hev ra kêfş kiriye.

Dînê herî dawî yê ku li ba Xwedê Te´ala muhteber e û pê razî ye, dînê Îslamê ye. Xweda di Quran a pîroz di sûreyê Alî-Îmran di ayeta 19 da wiha ferman dike:  إِنَّ الدِّينَ عِنْدَ اللَّهِ الْإِسْلَامُ   Bêguman li ba Xweda, dînê rast û durust, tenê Îslam e.

Her wiha Xweda di sûrê Maîde di ayeta 3 da wiha ferman dike:

الْيَوْمَ أَكْمَلْتُ لَكُمْ دِينَكُمْ وَأَتْمَمْتُ عَلَيْكُمْ نِعْمَتِي وَرَضِيتُ لَكُمُ الْإِسْلَامَ دِينًا

Min îro Dînê we ji we ra derxist kemal ê. Qenciya xwe ya li ser we temam kir. Û ji bona we, bi Îslamê razîbûm.

Di sûrê Alî Îmran di ayeta 85 da wiha ferman dike:

 وَمَنْ يَبْتَغِ غَيْرَ الْإِسْلَامِ دِينًا فَلَنْ يُقْبَلَ مِنْهُ وَهُوَ فِي الْآخِرَةِ مِنَ الْخَاسِرِينَ

Kî ji bilî (dînê) Îslamê li dinekî din bigere an jî bigire, ji wî (ew dînê ku pê qaîl bûye) nayê qebûlkirin û ew di axretê da ji wan kesên di zirarêda ye.

Xweda bi van ayetên li jor û bi dehan yên wekî wan, bi me dide zanîn ku, dînê dawî yê ku li ba Xweda muhteber û maqûl e, dînê Îslamê ye.

Zebûr, Tewrat û Încîl hersî kitêbên Xwedayî ne û beriya Qurana pîroz daketine, lê piştî hatina Quranê, hukmê wan betal bûne û ji wan ra nayên gotin ku, ew jî dînên Xwedê yên muhteber in.

Xweda Te´ala bi herikandina dîrokê, li gora pêwîstî û pêdiviyên mirovan, gelekî Pêxember şandiye.  Bi afirandina Adem Pêxember (e.s) zincîra wehyê dest pêkir û bi pêxemberiya Muhemmed (e.s) û daketina Qur´ana pîroz, dawî li zincîra wehyê hatiye.

Bi hatina Îslamê, hukmê dînên kevn wek dînê file û cûhiyan betalbûn. Herwekî dewlet qanûneke nû derxîne û hukmê qanûnên berê betal bike.

Merû dikare bibêje; Îslam ji bona fêhmkirina rastiya dînên beriya xwe, navnîşaneke nû ye. Xwedê Te´ala di şandina her dinekî nû da, behsa naveroka dînên pêşiya wî kiriye. Her wusa di Qur´ana pîroz da, behsa naveroka dîn û wehya ku ji pêxemberên beriya Muhemmed (e.s) ra şandiye kiriye.

Digel ku behsa umetên din jî hatiye kirin, lê  bi piranî behsa rewşa cihû û ya filan kiriye. Di vî warî da Xwedê Te´ala di surê Şûra di ayeta 13 da wiha ferman dike:

شَرَعَ لَكُمْ مِنَ الدِّينِ مَا وَصَّىٰ بِهِ نُوحًا وَالَّذِي أَوْحَيْنَا إِلَيْكَ وَمَا وَصَّيْنَا بِهِ إِبْرَاهِيمَ وَمُوسَىٰ وَعِيسَىٰ  أَنْ أَقِيمُوا الدِّينَ وَلَا تَتَفَرَّقُوا فِيهِ

 (Gelî bawermendan) ”Ew tişta ku me ji we ra kiriye dîn, ew tişt e ku me ji Nuh (Pêxember) ra wesiyet kiriye. Û ew tişta ku me ji te ra wehy kiriye, li Îbrahîm, Musa û Îsa jî şîret kiriye, ew jî hûn dîn li ser pêya bihêlin û di dîn da nekevin cudahiyê.”

Xweda Te`ala di sûreyê Alî-Îmran di ayeta 84 da, wiha ferman dike:

قُلْ آمَنَّا بِاللَّهِ وَمَا أُنْزِلَ عَلَيْنَا وَمَا أُنْزِلَ عَلَىٰ إِبْرَاهِيمَ وَإِسْمَاعِيلَ وَإِسْحَاقَ وَيَعْقُوبَ وَالْأَسْبَاطِ وَمَا أُوتِيَ مُوسَىٰ وَعِيسَىٰ وَالنَّبِيُّونَ مِنْ رَبِّهِمْ لَا نُفَرِّقُ بَيْنَ أَحَدٍ مِنْهُمْ وَنَحْنُ لَهُ مُسْلِمُونَ 

(Ya Muhemmed) Bibêje; em bi Xwedê û bi wê (Qurana) ku ji me ra hatiye daxistin û bi wê tişta ku ji Îbrahîm, Îsmaîl, Îshaq, Yaqûb û zarok û neviyên wî ra hatiye daxistin û bi wê tişta ku ji Mûsa, Îsa û Pêxemberên din ku ji ba Xwedayê wan ve hatiye dayîn, bawer dikin. Em ferq-cudahiyê nakin navbera yekê ji wan û bi tenê teslîmî Wî (Xwedayî) bûne.

Herdû ayetên li jor, didin îsbat kirin ku dînê ji hemû Pêxemberan ra hatiye, yek dewama ya din bûye. Tenê Rebbil-Alemîn bona her çaxekî, li gora dîtin, hiş, fêhmkirin û pêwîstiyên mirovan, Pêxember û dîn şandiye. Xwedê Te`ala ew tiştên ku ji hemû pêxemberan ra şandiye, hêjî berfirehtir û dewlementir ji Muhemmed Pêxember (e.s) ra şandiye. Ew jî dînê tewhîdê yê Îslamê ye.

Her çiqas her dînekî li gora teybetmendiyê civaka ku jê ra hatiye, di warê sosyolojî, aborî, exlaqî û civakî da, hin cudahiyên wan hebin jî, lê di warê tewhîd, ´eqîde û ´îbadeta Xaliqê mutleq da, wekî hev in.

Bêguman merû kare bêje ku, Quran, ji kitêbên din berfirehtir û muhkemtir û xeleka dawî ya zincîra wehyê ye.

Feyzullah Yalçîn

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest