SEBIR Feyzullah Yalçîn

Sebirkirin an jî sebir kêşandin yek ji exlaq û xwiyê qenc û baş yê kesê mumin e. Yek ji navê Xwedê yê di Esmayê Husna da “El-Sebûr e” yanê sebira Xwedê pirr e.  Sebir ew e; ku li hemberî êş û jana ku bi sebeb bela û musîbetan, tên serê meriva, li ber xwe bide, li hemberî bûyerên nexweş, zor û zehmetiyên ku hin caran tehemulkirina wan pirr zehmet e, xemginiya meriva di çarçova pîvanên meşr´û da be û li gora ku aqil û dîn rê nîşan dide sebir bike.

Hin bûyerên ku di jiyana meriva da diqewimin û li nefsa meriva giran tê, yên wekî bergiriya heq û ´edaletê, paraztina wan, bela û mûsîbetên sîrûştî, êş û nexweşî, telefbûna mal û milkên meriva; xwe ragirtina li hemberî tiştên wiha, tenê bi baweriyekî xurt û sebirkêşiya ku di dilê meriva da heye çêdibe.

Hînbûna tiştên ilmî, pêkanîna fermanên Xwedê û edakirina îbadetan, tenê bi sebir kirinê tên eda kirin û çêdibin. Xwe ragirtina li heberî gunehan, karên bêrê û dûrketina ji tiştên heram, bi sebir kirinê pêktê. Dema tiştekî li xweşiya meriva naçû qewîmî, an jî zirar û zîyanekî gihîşt meriva, ya jî derd û belakî hat serê meriva, bêyê ku dengê ruhê meriva xirab bibe, gazin û loma bike û  bike qîr û hewar her wekî li hemberî fermanên Xwedê ala îsyanê rakiribe, bi aramî, bi eql û dilekî selîm û bi sebir û sebatê wê bûyerê pêşwazî bike.

Kok û rehên hemû tiştên qenc û baş, di têgeha sebirê da hatiye bi cîh kirin. Rêya serkeftin û serfiraziyê di sebirê re derbaz dibe. Her wiha hemû tiştên ruswa û nebaş jî ji bêsebir kirinê, an jî bi qasî ku pêdivî pê heye sebir nehatiye kirin, loma tên serê meriva. Pêşiyên kurdan beredayî ne gotine: “Xwediyê sebrê Mîrê Misrê”. Encama sebir kirinê xêr û xweşi ye, sebirkêşî tehl e, êş û jan e, lê encama wê şêrîn û xweş e. Lewra Xwedê di sûreyê Beqere  di ayeta 153 da wiha ferman dike:إِنَّ اللَّهَ مَعَ الصَّابِرِينَ  Bêguman Xwedê bi sebirkêşan re ye. Ji xwe ya herî girîng ji bona her kesekî mumin ew e; ku Xwedê bi meriva ra be. Dîsa pêşiyên me gotina: “Bila Xwedê yar be, wekî din her kes neyar be”.

Sebirkirin nayê wê m´enayê; ku meriv li hemberî bênamûsî û bêxîrteyê, tiştên ruswa û razîl, zulm û zordariyê, bê exlaqî û bêrêtiyê bêdeng bimîne. Lewra ne durst e, ku meriv li hemberî kar û tevgerên ne meşr´û yên ku şexsiyeta mirova bênpê dike, bêdeng bimîne. Divê li hemberî bûyerên wiha, dilê meriva jan bide, wijdanên meriva bilerize û li gora hêz û taqeta xwe bitekoşe. Bêdengiya li hemberî nebaşiyên ku li gora hêz û taqeta meriva ye, ne sebir kirin e, belkî bêhavlî û kislanî ye. Lewra li gora ku  Buxarî radigihîne; Pêxember (e.s) ji bêhavilî û kislaniyê xwe sipartiye Xwedê.

Feyzullah Yalçî 2020- 10-31

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest