Kesê di rêya Xweda da were kuştin

Gotina şehîd û ya şehadetê, du têgehên dînê Îslamê ne û naveroka wan ji aliyê Xwedê Te´ala di Quranê da hatiye dagirtin. Her wiha Pêxember (e.s) di hedîsên xwe da behs dike, ku meriv ji bona çi cîhadê bike û ji bona çi were kştin dibe şehîd. Di nava millet da, ”şehîd” ji wî kesê; ku di rêya Xweda da cîhadê dike û di şerê li hemberê kafiran da tê kuştin ra tê gotin.

”Şehadet” jî, ew meqamê ku li ba Xwedê Te´ala muhteber e, jê raziye û bi ceneta herî qenc û xweş hatiye xelatkirin ra tê gotin.Em ê wekî hemû mijarên din, dîsa li Quran a pîroz vegerin û li gora fermanên Xwedê behsa şehadetê bikin. Lewra Xwedê ji her kesî qenctir û baştir pê dizane; ku şehadet çî ye û ji çi ra şahidiyê bike dibe şehîd.

Divê her kes vê baş bizanibin, ku gotina şehîd ya ku kesên musluman bikar tînin û pê bawer in û şehadeta ku di Quranê da heye bi levzên xwe wekî hev in, lê m´ena wan ji hev cudane.Di temamê Quranê da, gotina şehadetê bi m´ena dayîna şahidiyê da hetiye bi karanîn. Gotina ”şuheda”ew kesên ku li ser heqiyê şahidiyê didin.

Kesên dibin şehîd jî, ji bona ku şahidiya heqiyê ya dînê Îslamê dikin, li ba heqiyê ciyê xwe digirin, li hemberî batil şer dikin û di wê rêyê da tên kuştin, loma ji wan ra hatine gotin şehîd. Yanê di levzê gotina şehadetê da şehîd nayê fêhm kirin, belkî ji m´ena wê şehîd tê fêhm kirin.Bêyî ku em li m´ena ferhengî ya gotina şehadetê binêr in, em ê yek ser ji ayetên Quranê mînakan bidin.

Gotina الشُّهَدَاءِ Şuheda, di pênc sûreyên Quranê di pênc ayetên ji hev cuda da hatiye. Di sûreyê Beqere di ayeta 282, di sûreyê Nîsa di ayeta 69, di sûreyê Nûr di ayeta 13, di sûreyê Zumer di ayeta 69 û di sûreyê Hedîd di ayeta 19 da, gotina şuheda heye.

Di hemû ayetan da, gotina الشُّهَدَاءِ Şuheda di m´ena şahidî dayînê da hetiya bikar anîn. Li ser vê mijarê Xwedê di sûreyê Nîsa di ayeta 69 da wiha ferman dike.

وَمَنْ يُطِـعِ اللّٰهَ وَالرَّسُولَ فَاُو۬لٰٓئِكَ مَعَ الَّذ۪ينَ اَنْعَمَ اللّٰهُ عَلَيْهِمْ مِنَ النَّبِيّ۪نَ وَالصِّدّ۪يق۪ينَ وَالشُّهَدَٓاءِ وَالصَّالِح۪ينَۚ وَحَسُنَ اُو۬لٰٓئِكَ رَف۪يق

Kî bi ya Xwedê û Pêxemberê wî bike, digel wan kesên ku Xwedê bi wan ra qencî kiriye, ew jî Nebîn in, sadiq-rastgo ne, şehîd û salih in. Ewana çi hevalên qenc in.

Taberî di tefsîra vê ayetê da gotina الشُّهَدَاءِ Şuheda, bi m´ena dayîna şahidiya heqiyê tefsîr kiriye û wiha dibêje; وَالشُّهَدَاءِ ”، وَهُمْ جَمْعُ ” شَهِيدٍ ”، وَهُوَ الْمَقْتُولُ فِي سَبِيلِ اللَّهِ، سُمِّيَ بِذَلِكَ لِقِيَامِهِ بِشَهَادَةِ الْحَقِّ فِي جَنْبِ اللَّهِ حَتَّى قُتِلَ. Şuheda; ew piraniya şehîd e, ew ê ku di rêya Xwedê da hetiye kuştin. Wiha hatiye binav kirin, çikû wî ji bona Xwedê şahidiya heqê daye heta hatiye kuştin.Lê fikra îmamê Razî Xwedê jê razî be ji ya îmamê Taberî cuda ye.

Razî di tefsîra vê ayetê da dibêje; nabe ku meriv ji kesên ji aliyê kafiran da were kuştin ra bibêje; şehîd. Ji ber ku merteba şehadetê di dînê Îslamê da mertebeyek pir mezine û nabe ku em wê bike sifetê kesên ji aliyê kafiran da tê kuştin. Şehadet ew e; ku meriv şahidiya heqî, rastî û durustiya dînê Xwedê dide. Îja hin caran meriv bi gotin, delîl û hucetan şahidiya heqiyê dide û car jî heye meriv bi şûr û mertal şahidiyê dide.Nêrîna îmamê Razî ya derbarê gotina şuheda û şehîdan da li jêr e.

الصِّفَةُ الثَّانِيَةُ: الشَّهَادَةُ: وَالْكَلَامُ فِي الشُّهَدَاءِ قَدْ مَرَّ فِي مَوَاضِعَ مِنْ هَذَا الْكِتَابِ، وَلَا بَأْسَ بِأَنْ نُعِيدَ الْبَعْضَ فَنَقُولُ: لَا يَجُوزُ أَنْ تَكُونَ الشَّهَادَةُ مُفَسَّرَةً بِكَوْنِ الْإِنْسَانِ مَقْتُولَ الْكَافِرِ، وَالَّذِي يَدُلُّ عَلَيْهِ وُجُوهٌ : الْأَوَّلُ: أَنَّ هَذِهِ الْآيَةَ دَالَّةٌ عَلَى أَنَّ مَرْتَبَةَ الشَّهَادَةِ مَرْتَبَةٌ عَظِيمَةٌ فِي الدِّينِ، وَكَوْنُ الْإِنْسَانِ مَقْتُولَ الْكَافِرِ لَيْسَ فِيهِ زِيَادَةُ شَرَفٍ، لِأَنَّ هَذَا الْقَتْلَ قَدْ يَحْصُلُ فِي الْفُسَّاقِ وَمَنْ لَا مَنْزِلَةَ لَهُ عِنْدَ اللَّهِ . الثَّانِي: أَنَّ الْمُؤْمِنِينَ قَدْ يَقُولُونَ: اللَّهُمَّ ارْزُقْنَا الشَّهَادَةَ ، فَلَوْ كَانَتِ الشَّهَادَةُ عِبَارَةً عَنْ قَتْلِ الْكَافِرِ إِيَّاهُ لَكَانُوا قَدْ طَلَبُوا مِنَ اللَّهِ ذَلِكَ الْقَتْلَ وَإِنَّهُ غَيْرُ جَائِزٍ، لِأَنَّ طَلَبَ صُدُورِ ذَلِكَ الْقَتْلِ مِنَ الْكَافِرِ كُفْرٌ، فَكَيْفَ يَجُوزُ أَنْ يَطْلُبَ مِنَ اللَّهِ مَا هُوَ كُفْرٌ. : الثَّالِثُ: رُوِيَ أَنَّهُ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ قَالَ الْمَبْطُونُ شَهِيدٌ وَالْغَرِيقُ شَهِيدٌ، فَعَلِمْنَا أَنَّ الشَّهَادَةَ لَيْسَتْ عِبَارَةً عَنِ الْقَتْلِ، بَلْ نَقُولُ: الشَّهِيدُ فَعِيلٌ بِمَعْنَى الْفَاعِلِ، وَهُوَ الَّذِي يَشْهَدُ بِصِحَّةِ دِينِ اللَّهِ تَعَالَى تَارَةً بِالْحُجَّةِ وَالْبَيَانِ ، وَأُخْرَى بِالسَّيْفِ وَالسِّنَانِ، فَالشُّهَدَاءُ هُمُ الْقَائِمُونَ بِالْقِسْطِ، وَهُمُ الَّذِينَ {شَهِدَ اللَّهُ أَنَّهُ لَا إِلَهَ إِلَّا هُوَ وَالْمَلَائِكَةُ وَأُولُو الْعِلْمِ قَائِمًا بِالْقِسْطِ} ذَكَرَهُمُ اللَّهُ فِي قَوْلِهِ : وَيُقَالُ لِلْمَقْتُولِ فِي سَبِيلِ اللَّهِ شَهِيدٌ مِنْ حَيْثُ إِنَّهُ بَذَلَ نَفْسَهُ فِي نُصْرَةِ دِينِ اللَّهِ ، وَشَهَادَتِهِ لَهُ بِأَنَّهُ هُوَ الْحَقُّ وَمَا سِوَاهُ هُوَ الْبَاطِلُ ، وَإِذَا كَانَ مِنْ شُهَدَاءِ اللَّهِ بِهَذَا الْمَعْنَى كَانَ مِنْ شُهَدَاءِ اللَّهِ فِي الْآخِرَةِ .( وَكَذَلِكَ جَعَلْنَاكُمْ أُمَّةً وَسَطًا لِتَكُونُوا شُهَدَاءَ عَلَى النَّاسِ) كَمَا قَالَ:

WERGERA METNÊ JOR

Sifet duyemîn: Şehadet e. Nêrîna derbarê şuheda da, di vê kitêbê da li ciyekî derbaz bûye; yanê di pêş da hatiye behskirin, lê zirar wê tune ku em qismekî ji wê li vêderê dîsa dubare bikin. Em dibêjin; ne durust e ku gotina şehadetê, ji bona wî kesê ku ji aliyê kafiran da hatiye kuştin, were tefsîr kirin. Delîlên vêya jî bi çend awayî ne.

Yekemîn: Ev ayeta ha delîlê wê yekê ye, ku merteba şehdatê di dîn da mertebeyekî mezin e. Mirovê ku ji aliyê kafiran da tê kuştin, tê da zêde şeref tune. Lewra hin caran ev kuştin di fisqê-di gunehan da çêdibe û tu cî yê wê li ba Xwedê tune. (Dema niyeta meriva ne safî be û riza Xwedê tê da tune be, mirov dikare ji bona hin tiştên dunyewî û ne li gora ku Xwedê gotiye were kuştin, çi yê kuştinekî wiha li ba Xwedê ne şehadet e).

Duyemîn: Hin caran mumin dibêjin; ya Rebbî tu şehadetê têke para me. Eger şehadet îbaretê ji kuşina ji aliyê kafiran be, wê demê meriv kuştinê ji Xwedê dixwaze û ev jî ne durust e. Çiku xwestina kuştinekî wiha ji kafiran, kufr e. Îja tiştekî xwestina wê kufr be, çewa ji Xwedê were xwestin?

Sêyemîn: Ji Pêxember (e.s) hatiye ragihandin; ku kesê bizikêşê bimêre şehîd e û yê ku di avê da bixeniqe şehîd e. Îja em hîn bûn ku şehîd ne îbaretê ji kuştinê ye, belkî em dibêjin; şehîd: Kiryarekî bi m´ena kirdar e; yanê ew ê cerekî şahidiya dinê Xwedê Te´ala bi delîl û hucetan dide û cerekî jî bi şûr û mertal dide.

Wê demê şuheda ew ên; ku ´edletê li ser pêya dihêlin. Ew ên ku Xwedê di gotinêna xwe da behsa wan kiriye: Xwedê şahidî da ku tu îlahekî tune ji Wî pê ve û melaîket û yên xwedî zanîn jî (şahidiyê didin ku) ew bi ´edalet hukum dike. Alî Îmran 18.Tê gotin; ew ê ku di rêya Xwedê da tê kuştin şehîd e, ji ber ku wî canê xwe di alîkariya dînê Xwedê da wenda kiriye.

Şahidiya wî ji dîn re ew e; ku dînê (Xwedê) heq e û ji xeynê wê yên mayîn tev batil in. Gava bi vê m´enayê şahidê dînê Xwedê be, wê li axretê jî şuhedayê Xwedê be. Çewa Xwedê gotiye: Me hûn kirin umetekî weset-navîncî, ji bo ku hûn (di axretê da) li ser mirovan bibe şahid . Beqere 143.

Tefîsra El-Menar jî wekî Fexredînê Razî dibêje û yekser metinê tefsîra Kebîr di tefsîra xwe da bi cîh kiriye. Lê Tefsîra Bexewî, wekî ya Razî û El-Menarê li ser ayetê zêde nasekine, derbarê gotina şehadetê da behsa riwayetekî zeyîf dike û dibêje; hatiye gotin: Ku mabest ji şehadetê ew şehîdên Uhudê ne, ya jî ew kesê ku di rya Xwedê tên kuştin dibe şehîd.

Feyzullah Yalcin Ji kitêba Exlaqê Îslamê

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest