Çima heq û ´edalet tuneye? F. Yalçîn

Çima li welatên xelkên wan muslumane, heq û ´edalet tuneye?

Dema li welatekî, di partîyên sîyasî, civat û terîqetên dînî û saziyên sivîl da, serok, rêber, şêx û seyda muqedes bin, li wan welatan behsa heq û ´edaletê nayê kirin û behsa rastiya dînê Xwedê nayê kirin.

Ji ber ku muqedesbûn, bi xwe rê dide van kesana bêqanûniyê bike û her tiştî li gora hewa û hewesiya dilê xwe bi rêva bibe.

Bi tayîbet di wan civat û terîqetên dînî da, dema şêx û seyda muqedes hat dîtin, êdî tu nikare behsa rastiya dînê Xwedê bike, tu nikare bibêje ev gotin û tevgerên şêx, anjî seyda ne rast in û muxalifê rastiyê ye. Hema di wê se´etê da, te lînç dikin û te munafiq û xayîn îlan dikin.

Lewra li gora murîd û alîgirên wê civat û terîqetê gava şêxê wan tiştekî gotibe, ji sedî sed muxalifê Quranê be jî, îla tê da hîkmet û dersekî heye. Lewra li gora wan şêx û seyda muqedes in, weliyên Xwedê ne, dema tiştekî gotibe anjî li dijî hukmê kelamê Xwedê tiştekî keribe, miheqeq tê da desr û hîkmetekî heye.

Ma tu bi qasî seyda dizan î?

Ya ji vêyajî hê mal wêrantir ew e; ku dema şêx û seydayê wan behsa tiştekî nekiribe, meriv ji wan ra ji nava Quranê jî delîl bîne, dîsa bawer nabin. Sedemê wê jî dibêjin; geve tiştên tu dibêjî rast be, çima şêx anjî seyda efendî hezretlerî behs nekiriye.

Ma qey şêx û seyda qet xeta nakin?

Belê tu kesekî mesûm nîne û ji bilî Quran a pîroz, di hemû kitêban da kêmî û şaşî hene û nivîskarên wan dikarin şaşî û xeletiyan bikin.

Çikû Xwedê hem teqwa û hem jî gunehkarî di nefsa meriva da bi cîh kiriye. Dema meriv li gora rê û rêbazên ji jiyanê ra bi rêya qanûnan hatiye danîn neçe û xwe li gora wan rest û durust neke, meriv li gora hewa û hewesiya dilê xwe tevdigere û wisa hukum dike.

Ev yek hêz û desthilatdariyekî bêhîsab dixe dest meriva, êdî wê demê meriv li gora bercewendiyên xwe yên siyasî, aborî û civakî hukum dike.

Hiş û têgihîştina merivekî bi tenê, têrê nake ku li gora heq û ´edaltê tevbigire, ji bona wê Xweda qanûn û rêbaza jiyanê ji Pêxemberê xwe ra daxistiye.

Ev tişt ji bona partî û rêxistinên siyasî û sivîl jî derbaz dibe. Dema meriva xwîna xwe, malê xwe, şerefa xwe û temamî hebûna xwe kir bi qurbana serok û rêberan, çi jî bîne serê meriva meriv misteheq e.

Di dawîyê da ez ji xort û keçên kurd rica dikim, ji wan civat û terîqetên dînî yên ku ji şêx û seydayê xwe ra dibêjin ”muhterem hoca efendî hazretlerî” dûr bisekin.

Hewcedariya me bi xelîfên muqedes tuneye. Aqilê xwe nekin bêrîka kesekî din.

Li gora dînê Xwedê, kî zêdetir pabendê qanûnan be ew rêz û hurmetê heq dike.

Feyzullah yalçîn 23-04- 2021

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest