Barzanî: Ev teror li dijî min pêk hat!

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê terorkirina mamostayê olî yê kurd, Mela Wuşyar de ragihand: “Terorkirina Mela Wuşyar li dijî min bi xwe hatiye pêkanîn.”

Îro çarşemiyê 23ê Mijdara 2016ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî têkildarî terorkirina mamostayê olî yê kurd Mela Wuşyar, bi rêya telefonê pêwendî bi Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn kir.

Mesûd Barzanî di vê pêwendiya telefonî de, “bi tundî terorkirina Dr. Wuşyar Îsmail mamostayê olî û kesatiyê niştîmanperwer ê bajarê Hewlêrê şermezar kir.”

Barzanî herwiha hevxemiya xwe gihande Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê û malbat û kesûkarên Mela Wuşyar û serxweşî li wan kir.

Barzanî ji Selahedîn Behadîn re got: “Şehîdkirina mamoste Wuşyar, şehîdkirina dengê miyanrewî û pêkvejiyanê ye. Ev kirdara nemirovane, li dijî hemû aliyekê û bi taybetî li dijî min bi xwe hatiye encamdan.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a vê pêwendiya telefonî de, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ji wê yekê agahdar kiriye, ku wî “dezgehên pêwendîdar erkdar kiriye, da ku bi zûtirîn dem sedem û bikerên wê tawanê bibînin û teslîmê yasayê bikin.”

Dr. Wuşyar Îsmail mamostayekî olî û bangxwazekî naskirî yê bajarê Hewlêrê bû.

Li gorî gotina birayê wî, Mela Wuşyar li gel ti kesî arîşeyên civakî nebû.

Şeva bihorî Mela Wuşyar li ber deriyê mala xwe bi 2 gulleyan hat birîndarkirin û piştre li nexweşxaneyê ji ber giraniya birînan, jiyana xwe ji dest da.

Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest